Wefata Dengbêj Feyzoyê Rizo

Nûkirin pêncşem 9 teşrînê 2023 - 17:15

Dengbêj Feyzoyê Rizo, di 7ê mijdarê de li Krasnodar, li başurê Rûsyayê, ji ber nexweşiya penceşêrê wefat kir.

Feyzoyê Rizo di sala 1954ê de li Ermenistanê hatiye dinyayê.

Malbata wî di sala 1915ê de ji Igdirê, bakurê Kurdistanê (Tirkiye), koç kiri bû û li Rewanê û Tbilîsiyê bi cih bûbû.

Rizo biraziyê Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e, Stranên wî 26 salan li Radyoya Rewanê dihatin weşandin û li hemû Kurdistanê dihatin guhdarî kirin.

Piştî sala 2003yê, Rizo ligel Egîdê Cimo di gelek festîvalên li Kurdistanê de bêşdar bûn.

Me îro dengbêjekî hêja wenda kir.

Em sersaxiyê ji malabat û hezkirin wî re dixwazin.