Seîd Yûsiv çû ber dilovaniya XwedêMercredi 26 février 2020 à 18h23

Hûnermendê kurd ê ku weke mîrê tembûrê jî tê nasîn û bisalan bi deng û tembûra xwe dawet û sayiyên Kurdan şên kirine, Seîd Yusiv, îro (26.02.2020) li Sembolê, di 72 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê.


  

Wefata Șerefedîn GURBUZLundi 5 août 2019 à 16h30

Em bi xemginiyeke mezin wefata dost û hevkarê xwe Șerefedîn Gurbuz, ku di 5ê tebaxa 2019an de, di 57 saliya wî de pêk hat radighînin.


  

Kendal Nezan: Kurd ji helwesta Rûsyayê xemgîn û dilgiran inMardi 13 février 2018 à 16h08

Sputniknews.com | Abdulhakim Günaydın

Rewşenbîrê kurd û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan armanca operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û helwesta kurdan a li hemberî operasyonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re vegot.


  

Kurd1 Radyo - Radyoya kurdî ya muzîkê Vendredi 5 janvier 2018 à 17h42

Mizgîniyeke xweş ji bo hemî guhdarên muzîka kurdî.

Enstîtuya kurdî dixwaze bi we re arşîvên xwe yên muzîkê yên ku êdî dijîtalkirî ne par veke.


  

Nasandina ferhenga kurdî-fransizî li KurdistanêJeudi 8 juin 2017 à 18h54

Nasandina yekem a Ferhenga kurdî-fransizî ya Enstîtuya kurdî bi awayekî sembolîk li paytextê Kurdistana azad Hewlêrê pêk hat.


  

Dîtinên we li ser Ferhenga kurdî - fransizîJeudi 8 juin 2017 à 18h27

Ferheng ji hemû zarava û devokên kurdî qasî 85 000 peyv (kelîme) civandine. Lê tu ferheng bê kêmasî nabe. Heye ku hin peyvên devoka gundê we / bajarê we / navçeya we neketibin ferhengê an hin peyv bi awayekî din an bi wateyeke (manayeke) din tên gotin an bi kar anîn.
Kerem kin dîtin û agahiyên xwe bi e-name li ser navnîșana ferheng@fikp.org bișînin.


  

Civîna 60î ya KurmancîMardi 6 juin 2017 à 15h50

Îsal tam bû 30 sal ku Koma Kurmancî xebata xwe ya li ser zaravayê kurmancî didomîne. Bi vê hilkeftinê Zanîngeha Zaxoyê xwe da ber mêvandarîya komê û ew vexwende Kurdistanê. Zanîngehê bi pêşîwazîyeke germ ew kirin mêvan û herweha ji bo piştgirîdana vê xebatê û xurtkirina tevkarîya di gel Enstîtuya Kurdî ya Parîsê qewil da ku her salê carekê vê komê vexwîne Kurdistanê. Ev qewil ji bo hemû beşdarên Koma Kurmancî bû surprîzeke dilxweşker û bilindkirina morala wan.


  

Nasandina ferhenga kurdî-fransizî li KurdistanêDimanche 21 mai 2017 à 18h54

Nasandina yekem a Ferhenga kurdî-fransizî ya Enstîtuya kurdî bi awayekî sembolîk li paytextê Kurdistana azad Hewlêrê pêk hat.